Encamên eseh ên tûra yekemîn eşkere bûn

YSK’ê, encamên eseh ên tûra yekemîn ên hilbijartina Serokkomariyê eşkere kirin.

Biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya têkildarê encamên Hilbijartina Serokkomariyê ya 14’ê Gulanê, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî vê, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,24, Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 45,07, Sînan Ogan jî ji sedî 5,28 deng girtine.